Li Erdîşê qirkirina xwezayê dest pê kir
Li Erdîşê qirkirina xwezayê dest pê kir
Li Erdîşê qirkirina xwezayê dest pê kir
Li navçeya Erdîş a Wanê li gundê Zortul ji ber çêkirina avahiyan bi sedan dar dê bihata birîn, lê birîna wan hatibû sekinandin. Lê mutahîtên dîsa hatin gund ji bo birîna daran dest bi xebatan kir.
Li gundê Zortul ya Erdîşa Wanê, ji bo çêkirina avahiyên ku AFAD’ê dewarê mutahîdên fîrmayê kiribû, bi hezaran dar ligel hebûna leşkeran tê birîn. Fîrmaya mutahît ku duh navbera dabû xebatan dîsa da destpêkirin. Gundiyan bertekên tund nîşanê vê dan û gotin ev xweza xwezaya we ye jî, hun çima vê komkujiyê dikin.
Duh ji ber bertekên gundiyan rayedaran mehekê navber dabû xebatan. Ligel vê xebatkarên fîrmayê dîsa hatin qadê û dest bi xebatan kirin. Rayedarên leşkeriyê gundî dan aliyekê û gotin ku qeymeqam ew bo keşfê şandine gund. Gundiyan diyar kirin ku cendermeyan ew xapandine û xebatkarên fîrmaya mutahîdan dîsa dest bi xebatê kir. Gundiyan li ser vê nerazîbûn nîşan da û leşkeran jî brtek nîşanê gundiyan dan.
Ligel ku cihên dar lê ne tapuya wan ji aliyê gundiyan ve hatiye hîbe kirin jî, rayedaran bi israr ev qad tercîhkirine. Sedema vê jî nayê zanîn.