Li Enqereyê di navbera polîs û çalakvana de pevçûn

Li Enqereyê di navbera polîs û çalakvana de pevçûn

Hate ragihandin ku, di navbera xwepêşandanên ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Parka Gezî li Qada Kizilay kombûn û polîsan de pevçûnê rû da.

Bi hezaran kesên di demjimêrên şevê de li Qada Kizilay kombûn û rê li trafîkê girtin, piştî demekê rastî êrîşa polîsan ya bombeyên gazê û ava şid hatin. Lê belê koma ku belavbû, piştî demekê dîsan kombûn û dîsan rastî êrîşa polîsan hatin. Hate ragihandin ku, pevçûnên dinavbera xwepêşandanên xwe vekişandin Rêya Ziya Gokalp, Gazî Mustefa Kemal û Sihhiyê û polîsan de didomin, her wiha ji ber zêde bikaranîna bombeyên gazê gelek kes ji xwe çûn.