Li Enqereyê bi hemwext di ser dehan navnîşanan de girtin
Li Enqereyê bi hemwext di ser dehan navnîşanan de girtin
Li Enqereyê bi hemwext di ser dehan navnîşanan de girtin
Rejima AKP’ê bi îdîaya ku li dijî DHKP-C’ê ye vê sibehê di nav de sendîka jî heyî bi tevlîbûna sedan polîsan operasyon li ser bi dehan navnîşanan pêkanîn.
Vê sibehê li derdora demjimêr 05.00’an li Enqereyê hemwext di ser gelek navnîşanan de girtin. Hate ragihandin ku, li derdora 400 polîs tevlî operasyonê bûn.
Operasyona ku hate îdîakirin li dijî DHKP-C’ê ye careke din sendîkavan jî hedef girtin.
Di nav de Navenda Giştî ya Sendîkaya Lîman-Îş û Turk- Îş jî heyî lêgerîn li 21 navnîşanan didome.
Hate ragihandin ku, di operasyonê de kesê binavê G.M jî heyî hate binçavkirin. Çapemeniya Tirk bi awayek lez îdîakir ku, kesê binavê G.M berpirsê DHKP-C yê Enqereyê ye.