Li Enqere jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin
Li Enqere jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin
Li Enqere jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin
Li Enqerek Yilmaz Yavuz ê ku ji ber şîdet li hemberî hevsera xwe pêk dianî û derbarê wî de biryara ji malê dûr bê girtin hate girtin bi çeka nêçîrê hevjîna xwe Gulşen Yavuz qetil kir.
Li gorî agahiyan li taxa Pamuklar a Yenî ya Enqereyê jina bi navê Gulşen Yavuz ji aliyê hevjînê wê Yilmaz Yavuz ve hate qetilkirin. Hate ragihandin ku, Yilmaz Yavuz ê ku di derbarê wî de biryara "Ji ber ku şîdeta li hemberî hevjîna xwe pêkanî ji malê dûr hate xistin" hatî girtin, hate mala Gulşen Yavuz lê dijî û piştî demekê di navbera wan de nîqaşê dest pê kir. Di dema nîqaşê de Yilmaz Yavuz bi çeka nêçîrê Gulşen Yavuz qetil kir. Di dema bûyerê de 4 zarokên wan jî li malê bûn.