Li Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang

Li Enqereyê çalakiyên ji bo girtiyên nexwşe dewam dikin. Ji aliyê Însatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re çalakî hate lidarxistin, daxwaz jî hatin rêzkirin.

Endamên Însyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexwşe re û gelek kes li ser Rêya Yuksek a Enqeryê kom bûn, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiyên xwe dewam kirin. Di çalakiya hefteya 120’emîn de dirûşmên “Hilweşin girtîgeh, azad bibin girtî” hate qîrikirin.

Metna çapemeniyê ji aliyê Endamê Însyatîfê Mahmût Konak ve hate xwedin û diyar kir ku ji 20 girtiyên ku li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E a Gîresûnê ku 9’ê Mijdarê gardiyana êrîşî girtiyan kirbûn negirtine û fikarên malbatan yên di vî warî de anî ziman.

Di daxuyaniyê de behsa mirina bi goman a Mehmet Emîn Dogan jî hate kirin û wiha pê de çû: “Li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê girtiyê bi navê Mehemt Emîn Dogan bi awayekî bi goman mirî hate dîtin. Birayekî Dogan ji beriya 7 mehan li girtîgeha Êlihê bi awayekî bi goman miribû. Girtiyê siyasî Mehemt Emîn Dogan ê ku 18 sal bû li girtîgehê 18’ê Mijdarê bi awayekî bi goman mirî hate dîtin. Her çendî ku rêveberê girtîgehê ji diyar kiribe ku ‘Dogan ji ber pirsgirêkên derûnî’întixar kirye, malbat bi awayekî bi goman li vê bûyerê dinêre.”

Konak bibîr xist ku li girtîgehan her cure bêmafî û bêhiqûqî tê kirin, li girtîgehan sûcê mirovahiyê tê kirin, divê ev li dadgehên mavê mirovan ên navneteweyî bên darezandin.

DAXWAZ

Di çalakiyê de daxwaz wiha hatin rêzkirin:

*mafê tendirûstiyê, mafekî miroviye û hemû girtiyên di girtîgehan de divê bên dermankirin.

*Divê dermankirina bi kelepçekirî bi dawî bibe, divê 24 saetan li girtîgehan dixtor û ambûlans amade bin.

*Nexweşên giran divê dermankirina wan ji derve bên kirin, divê saxiya dib a edlî ne berpirsê yekan e be ji bo rapordayîna nexweşên giran.