Li Enqerê êrişa polêsan tevahiya şevê dewam kir

Li Enqerê êrişa polêsan tevahiya şevê dewam kir

Li Enqerê, çalakiyên ji bo piştgirîdayîna berxwedana Parqa Gezî doh êvarê destpê kirin, heta derengiya şevê dewam kirin. Di bûyeran de 3 kes jî hatin binçavkirin.

Li gel partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl lbi hezaran kes doh li Parqa Guven a Enqerê bi dirûşma "Her der Taksîm her der berxwedan" li hev kom bûn. Bi li hev kombûna girseya gel re, polêsan bi TOMA'yan dest li çalakiyê werdan. Di encama êrişa polêsan de gelek kes birîndar bûn.

Piştî çalakiya li Kizilayê, nêzî 5 hezar kes li Tûnali Hîlmî hatin cem hev, lê li vê derê jî polêsan bi ava şid û gaza îsotê êrişî xwepêşandêran kirin. Di encama bûyerên ku tevahiya şevê dewam kir de, 3 kes jî hatin binçavkirin.