Li Elmanyayê beriya hilbijartinên federal, ji bo CDÛ’yê moral
Li Elmanyayê beriya hilbijartinên giştî di hilbijartinên eyaletê yên Schleswîg-Holsteînê CDÛ ya ku Serokwezîr Angela Merkel li ser wê ye li gorî encaman li pêş e û SPD li paş ma.
Li Elmanyayê beriya hilbijartinên giştî di hilbijartinên eyaletê yên Schleswîg-Holsteînê CDÛ ya ku Serokwezîr Angela Merkel li ser wê ye li gorî encaman li pêş e û SPD li paş ma.
Li eyaleta ku 2,3 milyon hilbijêrên wê hene rêjeya beşdarbûna li hilbijartinê li gorî ya 2012’an 6 pûanan zêde bû û gihişt ji sedî 66. Partîya Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDÛ) bi ji sedî 33 bû yekemîn.
Partiya Demokratên Sosyal ên ku bi Partiya Keskan (Grunen) û Yekîtiya Hilbijêrên Schleswîgêya Başûr (SSW) koalîsyon kiribû jî rêjeya dengên wê gihişt 26’an.
Li gorî encamên cihê yên kanalên ARD û ZDF’ê Partiya Keskan bi rêjeya ji sedî 12, Partiya Demokrat a Hur (FDP) bi rêjeya ji sedî 9 deng wergirt. Partiya bi navê Alternatîfa ji bo Elmanyayê ya ku li dijî Yekîtiya Ewrûpayê û li dijî koçberan e ji sedî 5,5’ê dengan wergirt û ket parlementoyê.
Partiya Çep (Dîe Lînke) jî bi rêjeya ji sedî 3,5 nikarî benda ji sedî 5 a hilbijartinê derbas bike.
Hilbijartina li eyaletan a herî girîng wê di 14’ê Gulanê de li Nordreîn-Westfalenê were kirin.