Li Efxanîstanê erdhej, li Pakîstanê jî hate hîs kirin

Li Efxanîstanê erdhej, li Pakîstanê jî hate hîs kirin

Li Efxanîstanê erdhejekî 5.7 ku li rojhilatê welat û bakûrê Pakîstanê hate hîs kirin rû da. Heya niha zirarekî mezin nehatiye tesbît kirin.

Li gorî Enstîtuya Jeofîzîk ya Amerîkayê, 25 km dûrî bajarê Celalabad yê dikeve başûrê rojhilatê Efxanîstanê 70 km di kûrahiya erdê de pileya wê 5.7 rû da. Erdhejê li gel paytextê Îslamabadê li bakûrê Pakîstanê jî hate hîs kirin.

Li gorî serwîsa meteorolojiya Pakîstanê pileya erdhejê weke 6.2 hate qeyd kirin. Heya niha zirarekî mezin nehatiye ragihandin.

Pakîstan û Efxanîstan gelek caran bi erdhejan di hejin. Di Cotmeha 2005’an de li bakûrê rojvayê Pakîstanê erdhejek mezin çêbû û di erdhejê de zêdetirî 73 hezar kes mirin û 3,5 milyon kes jî ji warên xwe bûn.

9’ê Nîsanê li rojhilatê Îranê erdheja 7.8 rûda û li cîranê wê Pakîstanê 40 kesan jiyana xwe ji dest da, bi deh hezaran kes jî ji erdhejê bandor bûn.