Li Edeneyê zarokê 14 salî ket qanala DSÎ'yê

Li Edeneyê zarokê 14 salî ket qanala DSÎ'yê

Li Edeneyê zarokê 14 salî Musa Oguz ku xwest destê xwe di qenala avê ya DSÎ de bişo, hevsengiya xwe winda kir û ket qanala DSÎ'yê. Oguz ku ket nava pêlên avê, winda bû.

Li taxa Leventê ya Seyhana Edeneyê di seetên nîvro de zarokê 14 salî Musa Oguz, dema li tenişta qanala avê ya DSÎ'yê destê xwe dişuşt hevesengiya xwe winda kir û ket nava pêlên qanala avê. Oguz ku avjenî nizanibû, ji bo xwe ji pêlên avê rizgar bike demek dirêj di ber xwe da, lê li hemberî pêlên ava şit bi ser neket û di nava pêlên ava qanala DSÎ'yê de winda bû. Gelek esnafên ku piştre hatin derdorê qanalê û xwe avêtin nava qanalê xwe negihandin Oguz. Li ser vê yekê bi fermana Dozgeriyê DSÎ'yê ava qanalê qut kir û dest bi lêgerînêkirin. Hat zanîn ku Oguz, ji navçeya Sîwerega Rihayêye.