Li Edenê binçavkirinên Twitter

Li Edenê binçavkirinên Twitter

Li Edenê, 5 kes ji ber peyamên xwe yên li Twitter û Facebookê hatin binçavkirin.

Ekîbên polêsan ên ser bi Muduriyeta Şûbeya Têkoşîna li dijî Sûcên Organîzekirî û Qeçaxçitiyê ya Muduriyeta Emniyetê ya Edenê, der heqê berxwedana Parqa Gezî de avêtin ser malên kesên ku di Twitter û Facebookê de li ser mijarê peyam weşandine.

Di encama serdegirtinan de 5 kes hatin binçavkirin. Hat îddîakirin ku kesên hatin binçavkirin di çalakiyan de kevir avêtine polêsan. Hat hînbûn ku ji ber heman îddîayê polês li hin kesên din jî digerin.