Li Dûsseldorfê çalakiya xwedîderketina li çapemeniya Kurd

Li Dûsseldorfê li dijî hewldanên li hember çapemeniya Kurd çalakiyek hate lidarxistin.

Biryara tarîkirina weşana televîzyonên Kurdî ya bi hevkariya Kargeha Ûydûyê ya Eûtelsat a Fransa li gel dewleta Tirk li bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê bi sirûda “Her Malek Yek Welateke” hate protestokirin.

Çalakiya ku di sae 14:00’an de li Kay-und-Lore-Lorentz-Platzyê hate destpêkirin, di pêşengtiya YJK-E û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûsseldrofê de pêk hat.

Di çalakiya dowîzên “Ji ber ku Erdogan dixwaze qirkirina Kurdan plan bike, çapemeniya Kurd digire” de dirûşmên “Terorîst Erdogan, hevkar Eûtelsat” hatin qîrkirin. Çalakiya ku MLPD Dûssldorf jî piştgirî kir bi qasî saetekê dom kir.