Li dijî SDP’ê êrîş: Binçavkirî û birîndar hene
Li dijî SDP’ê êrîş: Binçavkirî û birîndar hene
Li dijî SDP’ê êrîş: Binçavkirî û birîndar hene
Polîsên ku avahiya SDP’a Stenbolê dorpêçkirin, hewil dide bikeve avahiyê. Herî kêm 10 endamên SDP’ê yên derdora avahiyê binçavkirin û herwiha birîndar jî hene.
Polîsên ku piştî êrîşî Taksîmê kirin û avahiya Partiya Demokrasî û Sosyalîst (SDP) ya Stenbolê dorpêçkirin, herî kêm 10 kes binçavkirin.
Rêveberên SDP’ê yên agahî dan ANF’ê ragihandin ku, di dema operasyona binçavkirinê de hevalên wan hatine kelepçekirin û derp kirin. SDP’iyên ku xwe avêtin otelek ya nêzî avahiya partiyê, polîs ketin hundirê otelê û ji aliyê polîsên êrîşî wan kirin hatin binçavkirin. Polîsan êrîşî nûçegihanê Rojnameya Gerçek jî kir û hewil da makîneya wêneyan jê wergire. Hate hînbûn ku, li kolana ku operasyona binçavkirinê dane destpêkirin, polîsan li zarokekî 7-8 salî jî xistine.
SDP’iyan da diyarkirin ku, birîndarên ku rewşa wan giran jî hene û wiha gotin; “Hêjmarek gelek polîsên çevîk beriya ku binçav bikin lêxistin. Hevalên me yên ku gelek cihên wan şikestî hene. Hevalên me ji serên xwe derbe xwarin.”
Li dijî polîsên ku hewil didin deriyê avahiya partiyê bişkênin, SDP’yî jî di rewşa xweparastinê de ne.
Herçendî ku mijar hêjan zelal nebûye jî, SDP’yî kesên ku di berxwedana Taksîmê de molotof avêtine nas nakin.