Li dijî 10 wekîlên HDP'î fezleke şandin Meclîsê
Bi fermana desthilatdariya Tirk, li dijî 10 wekîlên HDP'î 13 fezleke ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ji Meclîsê re hatin şandin.
Bi fermana desthilatdariya Tirk, li dijî 10 wekîlên HDP'î 13 fezleke ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ji Meclîsê re hatin şandin.
Bi giştî 14 fezleke pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. 13 ji wan têkildarî 10 wekîlên HDP'î de ne.
Wekîlên ku tê xwestin mafê wan ê destnedana parlamenteriyê bê rakirin wiha ne:
Sezaî Temellî (2), Semra Guzel (2), Remziye Tosûn (2), Mûazzez Orhan, Sarûhan Olûç, Dersim Dag, Ayşe Acar Başaran, Nîmetûllah Erdogmûş, Habîp Eksîk, Gulistan Kiliç Koçyîgît.
Fezlekeya 14'an jî li dijî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz hate amadekirin.