Li Dêrikê fikara harbûnê: hemû dibistan ketin betlanê
Li Dêrikê fikara harbûnê: hemû dibistan ketin betlanê
Li Dêrikê fikara harbûnê: hemû dibistan ketin betlanê
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, kuçikekî bê xwedî bi 21 kesî girt û piştî vê bûyerê, navçe xistin bin karantînayê û dibistan kirin betlanê.
Li taxa Bahçelîevler û Cevîzpinar a navçeya Dêrikê duh di saetên êvarê de kuçikekî li kolanê kî hat ber gez kir û di encama vê de 21 kesî ku gelekê wan zarok bûn çûn beşa lezgîn. 21 kes hatin tedawîkirin û her wiha li dijî harbûnê jî derzî aşiyê hat kirin. 4 kesên rewşa giran jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Her wiha li navçeyê duh dibistan kirin betlanê.
Duh êvarê di saeta dereng de ji aliyê Komîsyona Zabite û Tenduristiya Sewalan biryar girt ku hemû kuçikên bê xwedî yên navçeyê bê berhvkirin.
Li navçeya Dêrikê ekîbeke ji 8 kesên ji Mdiûriyeta navenda Sewal û Çandiniya Xurekê, şaredarî, polîs û cendermeyan pêk dihat, kuçikê ku 21 kesî girtibû kuştin. Her wiha ku harbûna kuçik bê tespîtkirin şandin Elezîzê.