Li Çewlikê têkiliya bi girtiyan re hat birîn
Li Çewlikê têkiliya bi girtiyan re hat birîn
Li Çewlikê têkiliya bi girtiyan re hat birîn
Li dû bûyera fîrarê, destûr ji parêzeran re nayê dayîn ku muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê bibînin.
Piştî ku 18 girtiyên ji doza PKK'ê beriya du rojan tunel kolandin û ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê fîrar kirin, destûr ji parêzeran re nayê dayîn ku muwekîlên xwe bibînin. Lêpirsîna mufetîşên Wezareta Edaletê ku sedema vê astengiyê tê nîşandan, bi awayekî "veşartî" bi îfadeyên leşker û gardiyanên wezîfedar, girtî û hikumxwaran dewam dike.
Ji aliyê din ve, Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê, ji bo der heqê rewşa girtiyên li girtîgehê de agahiyan bistîne, dê sibê saet di 17.00 de li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê lidar bixe.