Li Cerablusê yekem pîrozbahiya Newrozê
Li Cerablusê yekem pîrozbahiya Newrozê
Li Cerablusê yekem pîrozbahiya Newrozê
Kurdên li bajarê Cerablus a girêdayî Helebê ku ji ber siyaseta şovenîst a rêjîma Sûriyeyê nikarîbûn Newrozê pîroz bikin, duh yekem car Newroz bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr pîroz kirin.
Li bajarê Cerablus a girêdayî Helebê ku kurd, ereb û tirkmen lê dijîn, gelê kurd beriya niha ji ber siyaseta şovenîst a rejîma Sûriyeyê ne dikarî Newrozê pîroz bikin. Kurdên
li Cerablusê duh yekem Newroza xwe bi diruşmeya ''Newroza Rêveberiya Demokratîk û Azad''pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya sedan kesî ku ereb û tirkmen jî di nav de hebûn hate lidarxistin. Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên kurdî vekiribûn.
Di pîrozbahiyê de Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Endan Kobanê axivî û bal kişand ser biratiya gelên herêmê û spasiya pêkhateyên bajêr ku bi gelê kurd re Newrozê pîrozdikin kir û wiha got: "Bi berxwedana şehîdên xwe em îro Newrozê pîroz dikin, Newroz sembola azadiya ji koletiyê ye, ji Kawayê Hesinkar, Mazlûm Dogan û heta îro gelê kurd têkoşîna xwe dewamkiriye. Newroza îsal wê bibe Newroza xweseriya demokratîk, biratiya gelan û azadiya Rêber Apo."
Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê hate pêxistin, beşdaran stran gotin û govend gerandin. Di pîrozbahiyê de pêkhateyên Cerablusê bi kurd, ereb û turkmenan keyfxweşiya xwe nîşan dan, banga biratiya gelan û jiyana hevbeş kirin.