Li Çanakkalayê 18 kes hatin girtin

Li Çanakkalayê ji 35 kesên DGDF’yî û HDP’yî yên ku ji 12’ê Adarê û vir ve hatibûn binçavkirin 18 kes hatin girtin, 17 jî hatin berdan.

Li Çanakkalayê ji 35 kesên DGDF’yî û HDP’yî yên ku di serdegirtinê 12’ê Adarê û vir de hatibûn binçavkirin, îro şandin dadgehê. Di doza ji aliyê Dadgeha Cezayê Sûlh a Edliyeya Çanakkalayê de hate destpêkirin 18 kes hatin girtin û 17 kes jî hatin berdan.

Hat diyarkirin ku 18 kesên ku hatin girtin şandine Girtîgeha Tîpa E a Çanakkalayê. Navê kesên ku hatine girtin wiha ne: “Alî Hayar Aksû, Omer AKin, Zekiye Balik, Senem Uguducu, Beser Yeklîtaş, Alî Ûymaz, Izmen Aksungur, Mûsa Yuce, Mevlût Ak, Kenan Eren, Ahmet Atak, Tûrgay Yilmaz, Reşît Dag, Devran Can, Ûfûk Guntekîn, Hamsûm Karlikaya, Mehemt Kaya û Seyhan ŞAhîn.