Li Bremenê panêla Yekitiya Hêza Demokratîk

Li Bremenê panêla Yekitiya Hêza Demokratîk

Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk ku li Elmanyayê ji saziyên penaberan ên etknîk û komên cûda pêk tê, li bajarê Bremenê panêlek lidar dixe. Panêl wê îro êvarê li Mala Cem pêk were.

Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk a ji saziyên penaberan ên Kurd, Tirk, Ermenî, Asûrî, Elewî, Êzidî û gelek saziyên penaberên Kurdistanî Tirkiyeyî pêk tê, rêzepanêlên xwe yên li Elmanyayê dewam dike. Piştî Ûlm, Stûttgart, Koln, Bîelefeld, Berlîn, Hambûrg û Frankfûrtê, niha jî li bajarê Bremenê panêlek tê lidarxistin.

Serokê AABK Tûrgût Oker, Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç, Endamê Desteya Rêveberiyê ya DÎDF'ê Huseyîn Avgan û ji KOM-KAR'ê Şeref Akgun wê di panêlê de li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û berxwedana Taksîmê biaxivin.