Li Bombay'ê hejmara miriyan derket 60 kesan

Li Bombay'ê hejmara miriyan derket 60 kesan

Li paytexta aboriyê ya Hîndîstanê Bombay, xebatên rizgarkirinê yên li avahiya roja Înê hilweşiya, bi dawî bûn. Hat ragihandin ku di bûyerê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji binê xirbeyê avahiya 4 qatî ya li rojhilatê bajêr 33 kes bi saxî hatin derxistin. Herî dawî roja Şemiyê zilamekî 50 salî bi saxî hat derxistin. Nayê zanîn ka hînê kes li binê xirbe maye yan na.

Tê gotin, di dema bûyerê de piraniya wan ji xebatkarên şaredarî û malbatên wan, zêdeyî 100 kes hebûn.

Sedema hilweşîna avahiyê hînê nayê zanîn, lê belê hat îdîakirin ku beriya felaketê li qatê jêrîn xebat hebû. Ji ber vê yekê rêxistina parastina mafê welatiyan gilî kir.

Hilweşîna avahiya veguherî pirsgirêkeke neteweyî ya Hîndîstanê. Li Bombay û banliyoyên wê di navbera mehên Nîsan û Hezîranê de di encama hilweşîna 5 avahiyên cuda de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di meha Nîsanê de di avahiyeke hilweşiya de 74 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev qezayên mijara gotinê weke kalîteya ne baş a înşaetê û binpekirina pîvanên bajarvaniyê tên nîşandan.