Li Bernê bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edelet hat xwestin

Li Bernê bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edelet hat xwestin

Li paytexta Bern a Swîsreyê komeke jinên Kurd li ber Seferatxaneya Fransayê hatin cem hev û di çalakiya ku pêk anîn de ji bo her sê jinên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin edelet xwestin.

Wekê li gelek bajarên Ewropayê li Bern a Swîsreyê jî îro jinên Kurd ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile de li Parîsê bi awayekî hovene hatin qetilkirin çalakî pêk anîn û daxwaza edeletê kirin.

Jinên ku li ber seferatxaneya Fransayê ya Bernê hatin cem hev  pankarta bi ser navê ‘Em edeletê dixwazin.  Bila kujer bê dîtin” daliqandin.

Çalakiya ku nêzî 45 deqeyan berdewam kir, jinan dosyayek pêşkêşî rayedaran kirin.

Jinan da zanîn ku, ligel ku ser bûyerê re 106 roj derbaz bûne jî  hêj kujer nehatine dîtin û got, ew dê heta dawiyê çalakiya xwe pêk bînin.