Li Bern û Lozanê bîranîna şehîdan
Li bajarên Swîsre yên Bern û Lozanê şervan û gerîlayên ku di êrîşên hewayî yên di 25’ê Nîsanê li ser Qereçox û Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.
Li bajarên Swîsre yên Bern û Lozanê şervan û gerîlayên ku di êrîşên hewayî yên di 25’ê Nîsanê li ser Qereçox û Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.
BERN
Li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk çalakiya bîranînê bi beşdariya 200 Kurdistanî û dostên wan bi rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiya bîranînê de malbatên şervanên şehîd bûne jî beşdar bûn û Dem-Kurdê li ser navê PYD, Komîsyona Malbatên Şehîdan û YNK’ê axivî.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku ligel polîtîkayên înkar û îmhayê wê berxwedana Kurdan bidome.
Di axaftinan de wiha hate gotin: “Girêdayîna bi şehîdan ew e ku em xwedî li bîranîna wan derkevin.” û hat diyarkirin ku biryara Eûtelsatê ya ku dixwaze televîzyonên Kurd bigire biryareke antî-demokratîk e û bang li hemû aliyên demokratîk hat kirin ku li hemberî vê biryarê dengên xwe bilind bikin.
LOZAN
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan bîranînek hate lidarxistin. Di bîranînê de berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Abdullah Tiryakî, berdevkê meclîsa Lozanê Ogûz Toker û berdevkê Swîsreyê yê PYD’ê Abhaz Omer axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê girêdayîna bi şehîdan re li ser axaftinê nemîne û mirov zêdetir beşdarî xebatan bibe. Çalakiya yadkirinê piştî pêşandana slaytê û xwendina helbestan, bi sloganan bi dawî bû.