Li Berlînê jinan çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’ li dar xistin
Li Berlînê jinan çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’ li dar xistin
Li Berlînê jinan çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’ li dar xistin
Bi daxwaza ronîkirina qetilkirina siyasetmedarên jin yê Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, îro li paytextê Almanyayê Berlînê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’ hate li dar xistin.
Çalakiya nobetê di demjimêr 15.00’an de dê li ber avahiya Sefaretxaneya Fransayê ya li qada Brandenburg Tor dest pê kir. Çalakî ji aliyê Komîsyona Jinan ya Meclisa Gelê Kurd ve hate organîze kirin.
Di çalakiyê de ev bang li Fransayê hate kirin; “Heta hemû berfirehiyên qetilkirina hovane ya hevalên me Sakîne, Fîdan û Leyla bên zelalkirin emê vê çalakiyê lidarbixin. Em bang li kesên alîgirê edaletê û dostan dikin ku destekê bidin daxwaza me.”
Di çalakiya nobetê de ku nêzî 3 seatan dewam kir de, jinan cilên wêneyên 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li ser heyî li xwe kirin û gelek belavokên bi zimanê îngilizî û almanî belavkirin.
Di danezanê de ji Fransayê hate xwestin ku komkujiyê ronî bike û dawî li pêkûtiyên li ser Kurdan bîne. Di vê navberê de Kurdistanî û dostên wan jî bi heman armancê ji parlamana Fransayê re nameyan rêdikin.