Li Belçîkayê rûpoşa sîxurên AKP’ê ket!
Bi belgeyan hate îspat kirin ku Diyaneta Tirk li Belçîkayê karê sîxuriyê dike. Rojnameya Belçîkayê li ser sîxurên AKP’ê bi kitekit nivîsand.
Bi belgeyan hate îspat kirin ku Diyaneta Tirk li Belçîkayê karê sîxuriyê dike. Rojnameya Belçîkayê li ser sîxurên AKP’ê bi kitekit nivîsand.
Rojnameya Le Soirê bi kitekit diyar kir ku, wekî li welatên dîtir ên Ewrûpayê li Belçîkayê jî meleyên Tirk ên di bin xizmeta Diyaneta Balyozxaneya Komara Tirkiyeyê dixebitin, kes û saziyan bi îddîaya ku “Fetoyî” ne li Tirkiyeyê gilî dikin.
Li gorî belgeyên rojnameya îro (1’ê Nîsanê); agahiyên ku bi riya meleyan tên kom kirin ji aliyê Wekîlê Serokê Weqfa Diyanetê ya Tirk û Mişawirê Xizmetên Olê yên Balyozxaneya Komara Tirkiyeyê ya li Belçîkayê Dr. Adil Şahîn bi nivîseke fermî ya bi hejmara 83253331-016/460 di 26’ê Rezbera 2016’an de ji Gerînendetiya Giştî ya Têkiliyê bi Derve re ya Serokatiya Karên Diyanetê ya li Tirkiyeyê re hatiye şandin.
Rojnameyê nivîsand ku, bi cesaretkirina Diyanetê re alîgirên Erdogan ên li Belçîkayê êrîşî gelek saziyên “Fetoyî” kirine û endamên van saziyan tehdît kirine. Bi hejmarî tê destnîşankirin ku, dê û bavên zarokên Tirk ên ku zarokên wan li dibistanên nêzî vê tevgerê dixwînin, ji ber pêkutiyan bê çawa zarokên xwe ji dibistanan girtine.
Piştî van daxuyaniyan tê payîn ku Belçîka, Wekîlê Serokê Weqfa Diyanetê ya Tirk û Mişawirê Xizmetên Olê yên Balyozxaneya Komara Tirkiyeyê ya li Belçîkayê Dr. Adil Şahîn dersînor bike.
Di heman demê de rojname balê dibe ser vî tiştî ku, beriya vê skandala sîxuriyê MÎT’ê bi salan li ser rêxistinên Kurdan û saziyên çepgir û sosyalîstan jî heman xebatên sîxuriyê kiriye.
Lînka nûçeyê ev e:
http://www.lesoir.be/1472790/article/actualite/belgique/2017-03-31/turquie-utilise-ses-imams-pour-espionner-partisans-guelen-en-belgique