Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên heyeta KCD’ê didomin

Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên heyeta KCD’ê didomin

Heyeta KCD’ê ku li Başûrê Kurdistanê hevîtinên xwe didomînin îro bi Komelaya Îslamî, Hemwatiyên Azad û KNK’ê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de hersê aliyan jî piştgiriya xwe ji bo pêvajoya hevdîtinên li Îmralî dan diyar kirin.

Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ev demeke li Başûrê Kurdistanê girêdayî pêvajoya hevdînên li Îmralî bi partiyên siyasî yên Herêmê re hevdîtinan pêktîne, îro jî bi partiyên siyasî û rêkxistinên civakî re hevdîtin pêk anîn. Heyeta ku ji hevserokên KCD'ê Ehmed Turk, Aysel Tugluk û parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan pêk tê, îro serdana Komala Îslamî Kurdistan kirin. Piştî ku hevdîtin bidawî bû ji aliyê her dû aliyan ve daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. 

Di daxuyaniya çapemeniyê de destpêkê Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk axivî. Turk da diyar kirin kû di bin pêşengiya Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan de pêvajoyek nû ya hevdîtinan ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin û wiha got; "Em jî girêdayî vê pêvajoya hevdîtinan, ji bo dîtinên partiyên siyasî û rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê bigrîn serdana partiyan dikîn û niha jî me bi Komala Îslamî re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê de, me hesasiyeta pêvajoyê nîqaş kir û me dîtinên Komala Îslamî yên di derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd kû bi hevdîtinên Îmraliyê re hatiye destpêkirin girtin. Komala Îslamiya Kurdistan jî piştgiriya xwe jibo pêvajoya hevdîtinê da diyar kirin."

Piştî axaftina Turk Serokê Komala Îslamiya Kurdistan Elî Bapîr axivî. Bapir da diyar kirin kû li Tirkiyê gelek heye navê xwe Kurde, dewleta Tirk zordarî li wana dikir jibo wê derketin çiya û tekoşîna çekdarî dan destpêkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Hevdîtinên bi Îmralî re jibo gelên Tirkiyê firsendek pir girînge û pêwîste ev firsende ji dest neyê berdan û divê dewleta Tirk û hukumeta AKP'ê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike. Em gelê Başûrê Kurdistanê bi federaliyetê jî ne razîne lê dewleta Tirk mafê otonomiyê jî, jibo Kurdên Bakûrê Kurdistanê nas nake. Ev tê wê wateyê kû di aliyê demokrasî û mafê gelan de Tirkiye li gorî dewleta Êraqê paşve maye." Bapîr di dawiya axaftina xwe de da zanîn kû dewleta Tirkiyê bi salane berendamê Yeketiya Ewrûpayê (YE) ye, lê heta pirsgirêka Kurd çareser neke nikare bibe endamê YE'yê. Herwiha bang li partiyên Kurdan yên Bakûrê Kurdistanê kir kû yeketiya xwe xurt bikin û nehêlin tu alî hêza we ya aştixwaziyê lewaz bike. 

Piştî hevdîtina bi Komala Îslamî re heyeta KCD'ê ji bo hevdîtinê bi nûnerên KNK'ê, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û PÇDK're pêkbîne çûn avahiya BDP'ê ya Hewlêr. Destpêkê hevdîtin bi nûnerên KNK'ê Firyat Hîranî û Feryad Dostkî re hate kirin. Di vê hevîtinê de girêdayî pêvajoya hevdîtinên Îmralî nêrînên nûnerên KNK'ê hatin girtin. Nûnerê KNK'ê piştgiriya û keyfxweşiya xwe jibo pêvajoyê anî ziman û da diyar kirin kû pêwîste Hukumeta Herêmê piştgiriyek bihêz bide vê pêvajoyê. Her wiha Hîranî bang li Hukumeta Herêma Kurdistanê û hemû partiyên Kurdan kir kû piştgirî bide pêvajoya hevdîtinên çareseriya pirsgirêka Kurd.

Heyeta KCD'ê hevîtina xwe li avahiya BDP'ê bi nûnerên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) pêkanî. Piştî hevdîtinê li avahiya BDP'ê daxuyaniyek ya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de PÇDK, Hemwelatiyên Azad û KNK piştgiriya xwe jibo vê pêvajoyê anîn ziman û dan diyar kirin kû pêwîste hemû Kurd hesas nêzîkî pêvajoyê bibin û rê nedin aliyên kû dixwazin pêvajoyê xirap bikin. Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk di axaftina xwe ya daxuyaniya duwê ya çapemeniyê de diyar kir kû Rêberê PKK'ê ji wan re gotiye kû pêwîste hûn biçin bi hemû partî û rêkxistinên Kurdan û aliyên aştixwaz re hevdîtin pêkbînîn. Turk da zanîn hevdinên kû heta niha bi partiyên Başûrê Kurdistanê re hatine kirin baş derbazbûne û hemuyan piştgiriya xwe jibo pêvajoyê dane diyar kirin.