Tecrîd li Baselê hate protestokirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Basel ê Swîsreyê hate protestokirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê, bi çalakiyeke li Clarplatezê hate kirin, tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

Di çalakiyê de têkildarî rewşa Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi salan e hevdîtin ne bi malbat û ne bi parêzerên xwe re dike belavok hatin belavkirin. Çalakî di saetên şevê de jî dom kir.

Li qada çalakiyê standa agahdarkirinê jî hate vekirin. Li standê posterên Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.