Li Baselê ciwanên Kurd pêvajoya Ocalan daye destpêkirin silav kirin

Li Baselê ciwanên Kurd pêvajoya Ocalan daye destpêkirin silav kirin

Ciwanên kurd li bajarê Basel a Swîsreyê  şevek organîze kirin û pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan daye destpê kirin û şoreşa Rojava silav kirin.

Komîteya Ciwana a Baselê  bi armanca ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê de Newroza Amedê de daye destpêkirinû şoreşa Rojava silav dike li Solan Dawetê ya Hazal bernameyek organîze kir.

Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li salonê posterên Ocalan û alên KCK’ê hatin daliqandin.

Ciwan bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî bûn û bê navbera dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo, silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’ hatin qîrkirin. Destpêkê peyama tevgera ciwanên Ewropayê hat xwendin.

Dipeyamê de balkişandin ser pêvajoya nû ya bi însiyatîfa Ocalan hatiye destpêkirin û hate diyar kirin ku dewlet hêj din ava nêzîkatiyeke ne zelal de ye.

Di peyamê de hate diyar kirin ku, bi taybet di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke girîng ketiye ser milê ciwanan û got, divê di pêvajoyê de têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Her wiha gotina Ocalan ya wek ‘Ev ne dawiye, destpêkek nûye’ jî hat bibîrxistin û got divê bi têkoşîna siyasî û îdeoloojîk ev pêşve biçe.

Piştre peyamên din hatin xwendin û ciwanan li ber stranên hatin gotin govend gerandin.