Li Basel û St. Gallenê Roja Çanda Kurdan destpê dike
Li Basel û St. Gallenê Roja Çanda Kurdan destpê dike
Li Basel û St. Gallenê Roja Çanda Kurdan destpê dike
Li bajarên Basel û St. Gallen yên Swîsreyê Rojên Çanda Kurdî destpê dikin. Çalakiya ku dê sê rojan dom bike, programa wê berfirehe. Di çalakiyên ku çanda Kurdî tê nasandin û nîqaşên siyasî têne kirin dê li bajarên Basel û St. Gallenê pêk bê.
Platforma nîqaşê ya li Baselê û Rojên Çanda Kurdî dê îşev di demjimêr 18.00’an de destpê bike. Axaftvanên Platforma ku li navnîşana Dornacherstrasse 192 ya Baselê pêktê, ji Konseya Bajarê Baselê Hans Peter Wessels, Şaredara berê ya Qilabanaê Şukran Sîncan, endamê Fakulteya Entegrasyonê ya Baselê Moser Hans Beat. Piştî platformê dê pêşangeha wêneyan ya bi navê “Kujerên Komkujiya Roboskiyê Diyarin” dê ji ziyaretan re vekin. Piştî wê jî dê hûnermenda Swîsreyî Angelîka Straessle û hûnermendê Kurd Azad derkevin ser dikê.
Roja Înê jî di demjimêr 19.00’an de tê rûniştinek ya bi temaya “Aştî” were lidarxistin. Axaftvanên rûniştina vekirî ji Partiya Sosyalîst Mustefa Atici, ji Standeratinê Atîna Fetz, Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kurt, Nivîskar Asli Erdogan, Prof. Dr. Cengîz Guleç, endama KNK’ê Songul Karabûlût. Rûniştina vekirî ya li Baselê jî dê li Zentrum für Bildung und Begegnung im Burgfelderhof 60 pêktê. Roja Çanda Kurda dê roja Şemiyê di demjimêr 19’an de li Kleinhüningeranlage 39’a Baselê dê şev û konsera Dengbêjan were li darxistin. Roja Yekşemê jî dê Şano û çalakiyên wêjeyî bêne organîze kirin.
Li bajarê St. Gallen jî Rojên Çanda Kurdan destpê dike. Dê îro di demjimêr 19.00’an de bi tevlîbûna Ji Partiya Sosyalîst Endamên Meclisa Partiyê Fredy Fassler, Endama Meclisa Partiya Keskan Franzîska Wenk, endama Meclisa Partiya Sosyalîst Bettîna Surber, Serokê Komeleya Çanda Kurdan ya li St. Gallenê Îmam Akgul destpê dike. Dê di vekirinê de çanda Kurdan were nasandin. Di vê programê de li gel folklore, pêşangeha mehfûr û wêneyan were kirin. Koma Sulbus û Tarî jî di roja yekem ya Rojên Çanda Kurdî de konserê bide.
Roja Înê jî dê filmê REC yê ji aliyê Tayfûn Aydin ve hatî amadekirin bê pêşandan. Roja Şemiyê dê platformekî bi ser navê “Statûya Kurdan û Kurd çi dixwazin” bi tevlîbûna Parlementera berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Uca pêk were. Roja Yekşemê jî di demjimêr 15.00’an de bi konsera Mehmet Atli û dîlanên gelê Kurd Roja Çanda Kurdan dê bidawî bêt. Organîzasyonê bang li Kurdistaniyên ku li Swîsreyê jiyan dikir kir ku, bi awayek xurt beşdar bibin.