Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên din ji ber vîrûsê mirin
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 107 kesên din bi vîrûsê ketin.
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 107 kesên din bi vîrûsê ketin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand 2 nexweşên din ên Koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku 107 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Li gorî van daneyan hejmara nexweşên bi koronayê gihaşt 2 hezar û 739 kesan, ji wan 90 kesan jiyana xwe ji dest dane û 620 kes jî baş bûne.