Li Bagcilar a Stenbolê 4 avahî hatin karantînakirin

Li navçeya Bagcilar a Stanbolê ji ber pandemiya Covîd-19, 4 avahî hatin karantînakirin.

Li navçeya Bagcilar a Stanbolê ji ber pandemiya şewba vîrûsa Korona (Covîd-19) 4 avahî hatin karantînakirin.

Çar avahiyên li navend, taxên Çinar, Kîrali, Kazim Karabekir ji ber testên pozîtîf ên li welatiyên li van avahiyan dijîn derket, ev avahî hatin karantînakirin.

Li derê avahiyeke 4 qat a li Kolana 739 a li Taxa Navend a Bagcilarê polîsan bi şerîdê girtiye. Kesên li daîreyên avahiyê dijîn pêwîstiyên xwe yên rojane ji aliyê dildaran ve pêşwazî dikin.

Welatiyên taxê jî metirsiyên xwe tînin ziman, hate zanîn ku li her daîreyek yê avahiyê kesek bi vîrûsê ketiye