Li Awûstûryayê AKP û PDK hatin protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welat dijîn, protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê didomînin.

Kurdistanî û dostên wan ên li eyleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, li ser banga Yekîtiya Bihêz a Tîrolê li bajarê Înnsbrûck li pêşiya Peykerê Annasaûle kom bûn. Li vir êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê şermezarkirin. Di çalakiya belavok hate belavkirin de, al û flama jî hatin bilindkirin.

LINZ

Li bajarê Linz ê Awûsrûtyayê jî deng da Rojava û Şengalê.

Welatî, sazî û dostên wan ên li bajrê Lînzê êrîşên balafirên şer ên dewelata Tirk a li ser Rojava û Şengalê bi meşekê ve şermezar kirin.

Di tevahiya meşê de dirûşma “Terorîs Erdogan” hate qîrkirin. Di belavoka çalakiyê de hate xwendin bal kişand ser êrîş bi armaca qirkirinê hatiye kirin.

Her wiha di çalakiyê de, piştgiriya PDK’ê ya ji bo êrîşên dewleta Tirk jî hate şermezarkirin û peyama “PDK bi lezgîn ji vê tifaqê qût bibe” hate dayîn.