Li Antakyayê polîsekî kesek qetil kir
Li Antakyayê di dema gengeşeya rêdayînê de polîsê tîma taybet Sergen Ozkanca kesek qetil kir, yek jî birîndar kir.
Li Antakyayê di dema gengeşeya rêdayînê de polîsê tîma taybet Sergen Ozkanca kesek qetil kir, yek jî birîndar kir.
Li taxa Kavasli ya navçeya Antakya ya Hatayê di navbera wesayîta sivîl a polîsên tîmên taybet û wesayîteke din de gengeşeya rêdayîn derket.
Li ser xitimîna rê, di navbera polîs û xwediyê wesayîtê de gengeşe derket. Polîsê tîmên taybet Sergen Ozkanca gule bera esnaf Mûstefa Şahîn û Mehmet Yildizbaş ên ku hewl didan gengeşyê aram bike berdan. Di encama gulebarandina Ozkanca de Şahîn jiyana xwe ji dest da, Yildizbaş jî birîndar bû.
Têkildarî gelo polîs hatiye destgîrkirin an ne, ti agahiyek nehate girtin.