Li Amedê konferansa “Raweste Mayîn' tê lidarxistin

Li Amedê konferansa “Raweste Mayîn' tê lidarxistin

Hewldana Tirkiyeyeke Bêmayîn bi hevkariya Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Amedê bi slogana “Raweste Mayîn!” ji bo balê bikêşe ser qurbaniyên mayinan pêşangeheke wêneyan û konferanseke navneteweyî li dar dixe. Hewldan dixwaze Tirkiye biryarên Peymana Ottawayê ku îmzeya wê jî li bin e bîne cih, ji bo vê xwest rayedar dest bihilînin....

Pêşangeha wêneyan a ku Hewldana Tirkiyeyeke Bêmayîn li gel Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Baroya Amedê, TMMOB, Komela Mafên Mirovan, Mazlum Der, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Yerel Gundem 21 a Amedê, Konseya Bajêr û Civata Astengdaran bi hev re li dar xist hate vekirin. Pêşangeh li ser qurbaniyên mayinan e.    

Pêşangeha wêneyan li Galeriya Amed a Sumerparkê hate vekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Berdevka Hewldana Tirkiyeyeke Bêmayîn Muteber Ogreten, Dîrektorê Kampanyaya Qedexekirina Mayinan a Navneteweyî Kasia Derlica û Hulya Ozevin a hevjîna Sedat Ozevîn ê ku di bûyereke mayinê a li Batmanê de jiyana xwe ji dest da û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl û odeyan di merasîma vekirinê de amade bûn.    

TIRKIYE LI GORÎ PEYMANÊ TEVNAGERE

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Nihat Eren, li vir axivî û bal kişand ku Tirkiyeyê 1ê Adara berî 10 salan Peymana Ottawayê îmze kiriye. Eren, da zanîn ku li gorî vê peymanê mayinên antî personel hatine qedexekirin, divê ew bêne jiholêkirin, bi vê re Tirkiyeyê sê girêbest girtine ser milên xwe û weha got, “Li gorî vê biryar ew e ku Tirkiye mayinên depoyan îmha bike, qurbaniyên mayînan li jiyanê vegerîne, projeyan ji bo vê yekê durist bike û mayinên li bin erdê paqij bike.” Eren, aşkere kir ku Tirkiyeyê bi awayekî dereng mayî tenê li dora 3 milyon mayin pûç kirine û got ku berpirsyariyên xwe yên dî neanîne cih. Eren, destnîşan kir li gorî peymana navhatî ew hewl didin dîsa balê bikêşin ser vê mijarê.   

Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr jî li ser mijarê axivî û got, “Mayin, li dijî mirovahiyê, li dijî yekparetiya bedena wî kemîna herî bêbext e.” Baydemîr diyar kir ku di wêneyên pêşangehê de xuya dibe ka mayinan çawa jiyan li mirovan tarî kiriye û weha domand, “Erka me gişan e ku em paşerojeke bêmayîn, Tirkiyeyeke bêmayin, Rojhilata Navîneke bêmayin û dinyayeke bêmayin ava bikin.” Baydemîr da zanîn ku ew ê di nîqaşa xwe ya dawiya hefteyê de ji raya giştî ya cîhanê re bidin xuyakirin ka mayîn çawa kezeba mirovan parçe dike û çawa dibe sebeba mirinê.   

Baydemîr bal kişand ser şer û got, “Di derdoreke bê şer de hêsantir e em xwe ji mayinan rizgar bikin” û axaftina xwe weha domand: “Ji ber vê jî, gava em behsa welatekî bêmayin dikin a qenc ew e ku em behsa welatekî bê şer jî bikin. Ez hêvî dikim ku hemû pirsgirêkên me bi aştiyeke bi rûmet çareser bibin, ne li ser erdê ne jî li bin tu mayin nemînin. Bo paşerojeke weha jî hêviya min e ku em mil bi mil, dil bi dil bixebitin. Hêvîdar im, pêşangeha me ji bo hişmendiya Tirkiyeyeke bêmayin bibe gaveke pêşverû.”  

ENCAMÊN KONFERANSÊ DIBIN ENQEREYÊ

Dîrektorê Qedexekirina Mayinan a Navneteweyî Kasia Derlica, da zanîn ku saziya wan saziyeke civakî ya sivîl, xwe li 100 welatên cîhanê bi rêk xistiye û 20 sal in ji bo derxistin û pûçkirina mayinan dixebite. Derlica da zanîn ji ber ku Tirkiyeyê ev peyman îmze kiriye em kêfxweş bûne lê di nav van 10 salan de mayinan dîsa mala mirovan kambax kiriye û got, pêkanînên di vî warî de kêm in. Derlica, ji ber piştgiriya wan spasî li Baydemîr û STKyan kir û destnîşan kir ku ew dixwazin bi STKyan vir re hem planan deynin hem jî stratejiyan. Derlica, aşkere kir ku roja Duşemê ew ê li Enqereyê dîdarên xwe yên Amedê bi rayedaran re parve bikin û weha pê de çû, “Bi taybetî em ê ji wan bixwazin ji bo van herêmên pirtir ji mayinan bi bandor bûne hin tevdîran bigirin. Piştî şer ewçend sal pişt re dîsa mirov ji mayinan bi bandor dibin, ev cihê dax û metirsîyê ye. Ji bo rê li vê bigirin em ê bi hev re bixebitin.”      

Ji bilî pêşangeha li Galeriya Hunerê a Amedê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê jî wek temsîla zeviyên mayinan enstarasyonek hate pêşandan.  

DYA Û IRAQ PEYMANÊ BINPÊ DIKIN

Peymana Ottawa, 1ê Adara 1999ê de kete meriyetê, li dijî pirsgirêka mayinan a cîhanê; bi mebesta îmhakirina mayînên antî-personel hatiye betsin. Li gorî vê, bikaranîn, stokkirin û transferan van mayinan qedexe ye. Ev peyman ji aliyê 131 welatan ve hatiye pejirandin û îmzeya 146 welatan li bin e. Tirkiyeyê jî îmzeya xwe daniye bin vê peymanê, lê Iraq û DYA di nav peymanbestiyan de nîn in. DYAyê dabû zanîn ku ew “mafê bikaranîna mayina bejahiyê” di destê xwe de digire. Di berfanbara 2002yê de di bin banê Peymana Çekan a Konvansiyonel a NYê de Komeke Xebatê hate avakirin û peywira wê jî tespîtkirina tevdîrên ku rê li mirin û birîndariya ji ber çekên neteqiyayî bû. Li Tirkiyeyê 12ê Adara 2003ê di TBMMê de derbarê mijarê de qanûn hate pejirandin. Hikûmeta demê (Hikûmeta 59ê)  Qanûna 28 Adar 2003 a bi hejmar 2003/5427 qebûl kir. Ev qanûn 1ê Adara 2004ê kete meriyetê.