Li Amed û Êlihê aqubeta windayan hat pirsîn

Li Amed û Êlihê aqubeta windayan hat pirsîn

Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan ên Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftena li dar xistin. Di çalakiya Amedê de hate diyarkirin ku piştî hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çapemeniyê de hatin weşandin çapemeniyê bêperwa tevberiyan.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 212'emîn li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Xizmên windayan, ÎHD'î û MEYA-DER tevlî çalakiyê bûn. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necîbe Guneş Perînçek, diyar kir ku her hefte ji bo dengê windayan bidin bihîstin kom dibin û wiha got: "30 salin şerek heye. Di vê pêvajoya şer de hinek caran hêviyên aştiyê pêk hatin.

Di vê demê de jî hevdîtinên hêviya aştiyê pêk bînin pêk tên. Di vê pêvajoyê de girtekên di hevdîtina Îmraliyê de di çapemeniyê de cih girtin. Ev dibe ku bi gelek riyan pêk hatibin. Li ser van hevdîtinan CHP û MHP bi ser BDP'ê de diçe. Çapemenî ji di vê demê de gelek bêperwa tev digere. Çapemenî peywira xwe bi cih nayne."

JI BER KU GOT, 'EZ KURD IM' HATE WINDAKIRIN

Piştî re çîroka Adîl Olmez ên pirsgirêkên wî yên derûnî heyî di sala 1995'an de li Şirnexê li kolanê kir qêrîn "Ez kurd im" hate binçavkirin û rastî îşkenceyan hat û pişt re birin nexweşxaneyê êdî tu agahî jê nehatin giritn hate sxwendin. Di çîrokê de wiha hate gotin: "Li gorî îdîaya birayê Olmez Mustafa Olmez birayê wî yên pirsgirêkên wî yên derûnî heye Adîl li nava kolanê gelek caran dibot 'Ez kurd im' slogan berz dikir. Li gorî îfadeyên şahidan rojekê li wesayîtekê kirin û birin. 20 roj şunda vedigere malê. Ruyê wî yê rastê bi temamî hatî şewitandin û her aliyên vucuda wî şopa cigaraan bû. Olmez dibêje îşkence li wî kirin. Pişt re Adîl li Nexweşxaneya Xerpêtê hate razandin. Birayê wê Mustafa li nexweşxaneyê diçe ziyareta wî. Jê re bibêjin Adîl taburcu bû. Lê Adîl careke din venagere malê. Piştî wê rojê tu agahî ji Adîl nehatin girtin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan ji bi heman armancê li Kolana Gulîstanê çalakî li dar xistin. Rêvebêrên ÎHD'ê, xizmên windayan, BDP, KURDÎ-DER, KESK, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Osman Kunteş, diyar kur ku heta winda tên ditîn dê têkoşînê bidomînin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.