Li Afganîstanê 4 leşkerên NATO’yê mirin

Li Afganîstanê 4 leşkerên NATO’yê mirin

Hate diyarkirin ku di du êrîşên cuda yên li Afganîstanê de 4 leşkerên NATO’yê hatin kuştin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê ÎSAF’ê ya hêza  navnetewî  ya bi pêşengiya NATO’yê daxuyaniyek ad û diyar kir ku li sînorê Pakîstanê nêzî eyaleta Paktîka kesekî bi unîformayê Afgan gule barandiye û 3 leşkerên NATO’yê mirine. Der barê nasnameya leşkerên NATO’yê de agahî nehat dayîn û hat hînbûn ku êrîşkar jî mirine.

Êrîşke din ya din jî li Rojavayê Afganîstanê pêk hat. ÎSAF’ê da zanîn ku di êrîşa ji aliyê dijminên Afganîstanê ve hatiye pêkanîn de leşkerek miriye û wezareta Parastinê yê Îtalyayê jî diyar kirku leşkerê miriye yê Îtalyayê ye. Wezaretê da zanîn ku êrîşê de 3 leşker jî birîndar bûne.