Li Îranê kargehên 'rîska wan kêm e' wê 11'ê Nîsanê vebin

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanê diyar kir, ku ji 11'ê Nîsanê û pê ve kargehên 'rîska wan kêm e' wê ji 11'ê Nîsanê û pê ve bên vekirin.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanê daxuyaniyek weşand û got, kargehên ku 'rîska wan kêm e' wê ji 11'ê Nîsanê û pê ve karibin bixebitin.

Serokkomarê Îranê Rûhanê diyar kir, kargehên 'rîska wan kêm e' wê di bin çavdêriya wezareta tenduristiyê de dest bi kar bikin.

 Li paytext Tehranê jî gavên wiha wê piştî 18'ê Nîsanê werin avêtin.

Dibistan, zanîngeh, çalakiyên sosyal, çandî, sportîf û dînî vê gavê heta 18'ê Nîsanê qedexe ne.

Wezareta Tendiristiyê ya Îranê ragihand heta vê gavê li tevahiya Îranê û Rojhilat 3.452 kes mirine û 55 hezar 743 weqe hene.