Li Çelê, Şemzînan û Lêlikanê çalakiyên HPG'ê

Gerîlayên HPG'ê li Çelê, Şemzînanê û Lêlikanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kirin."

LI ÇELÊ ÇALAKIYÊN HEVDEM

Di daxuyaniyê de bi berfirehî li ser çalakiyan hate gotin: "12’ê Hezîranê saet 13.30’an, li Çelê ya Colemêrgê li girê Kurşîno û geliyê Deştanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker hêzên me çalakî kirin. Di çalakiyê de mewziyên dijmin û stargehên wan derb xwarin, tam diyar nebû bê ka çend leşker hatin kuştin û çend jê birîndar bûn. Piştî çalakiyên balafirên şer ên hêzên dagirker derdora gundê Bedehê bombe kirin."

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

"13’ê Hezîranê saet 15.00’an hêzên me li Şemzînanê ya Colemêrgê, di navbeyna Girê Çeta û Girê Şehîd Şevger de, ya li qada Serero li dijî yekîneyeke dijmin a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de ji hêzên dagirker çend hatin kuştin û çend birîndar bûne diyar nebû.

LI LÊLIKANÊ DAGIRKERNA DERB XWAR

Eynî rojê saet 15.50’î hêzên me li Başûrê Kurdistanê, li girê Lêlikanê ya herêma Bradostê ya Sidekanê li dijî leşkerên dijmin çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derbên serketî li mewziyên dijmin ketin lê baş diyar nebû bê ka çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn."

LI BEJAHIYA COLEMÊRGÊ OPERASYON

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku artêşa Tirk 6’ê Hezîranê li Colemêrgê, li qadên Geliyê Marînos, Meza Marînos û Kato Marînosê operasyon daye destpêkirin û hate gotin, "Ev operasyon 12’ê Hezîranê bê encam bi dawî bûye."