Li 3 bajaran ji bo kesên ‘hatine windakirin’ çalakî hatin lidarxistin

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li 3 bajaran hatin li cem hev û aqûbeta Fethî Yildirim, Ahmet Yetîşen û Haci Ahmet Er ên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin windakirin, pirsîn.

Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Şaxa Amedê û xizmên windayan ve bi şîara ‘’Bila winda werin peydakirin, fail werin darizandin’’ tê lidarxistin, di hefteya 830’emîn de dubare hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya navçeya Rezan a Amedê hate lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endamên ÎHD’ê, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, rêveberên navçeyên yên DEM Partiyê, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Fethî Yildirim ê rêveberê Partiya Demokrat (DEP) ê navçeya Wêranşarê hate xwendin ku Yildirim di sala 1993’yan de ji aliyê hêzên dewletê ve hate binçavkirin û pişlre jî hate windakirin.

Sekreterê ÎHD’ê yê Şaxa Amedê Omer Saman di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew geşedanên têkildarî meseleyên Kurd ji nêz ve dişopînin û got: ‘’Ji bo xurtkirina siyasetê, em ê ya ji destê me tê bikin û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.’’

Çîroka Fethî Yildirim ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî ve hate xwendin.

ÊLIH   

Li Êlihê jî endamên ÎHD’ê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya 666’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulîstanê hatin li ba hev. Xizmên windayan, mafparêz, endamên OHD’ê yên Şaxa Êlihê û rêveberên şaxa MEBYA-DER’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Yetîşen hate pirsîn ku Yetîşen di 13’ê Mijdara 1994’an de li Êlihê ji aliyê hêzên dewletê ve hate binçavkirin û piştre bi tu awayî agahî jê nehate wergirtin.  Çîroka Yetîşen ji aliyê Rêveberê Şaxa Êlihê ya ÎHD Huseyîn Elçî ve hate xwendin.

COLEMÊRG

Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan, di hefteya 156’an a çalakiya xwe de, li Kolana Hunerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Haci Ahmet Er ê ku di 15 Tebaxa 1995’an de li gundê Bilêcan ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê di bin çavan de hate windakirin, edalet hate xwestin.

Daxuyaniya çalakiyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Mûsa Bor ve hate xwendin.