Lêpirsîna komkujiya Parîsê dîsa vebû
Hate gotin piştî nerazîbûna parêzeran lêpirsîna komkujiya Parîsê dîsa dest pê kir.
Hate gotin piştî nerazîbûna parêzeran lêpirsîna komkujiya Parîsê dîsa dest pê kir.
Tê îdîakirin piştî ku malbatên 3 jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê 9’ê Çile ya 2013’an hatibûn kuştin, ji bo berdewama lêpirsîne ku bi mirineke bi guman, a gumanbarê kujer Omer Guney hatibû girtin, lêpirsînê ji nû ve dest pê kriye.
Li gorî îdîaya ajansa nûçeya a Fransiz AFP’ê ku îdîaya xwe dispêrê ekîba lêpirsînê, li ser serlêdana malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez têkildarî Komkujiya Parîsê lêpirsîneke dî hate vekirin.
Di nûçeyê de tê gotin lêpirsîn ji hêla Dozgeriya Antî-Terorê ve vebûye, ji bo lêpirsîn were birêvebirin jî Yekîneya Jêrîn a Têkoşîna Dij Terorê (SDAT) hatiye peywirdarkirin.
AFP’ê cih da gotinên parêzerê malbatan Antoîne Comte. Comte got ji bo ku lêpirsînê dîsa dest pê kiriye, ev ji bo malbatan bûye xemrevîn.
Malbat li dij derketibûn ku ji ber berjewendiyên siyasî li ser komkujiyê bigirin û Sibatê ji bo ku dîsa lêpirsîn vebe serlêdan kiribûn.