Kurkçû û Kanar: Nikarin Kurdan mîna Srî Lankanyê qir bikin

Parlementerê HDP’ê Kurkçû û Ercan Kanar ên ku di konferansa bi mijara Mafê Mirovan û Kêmenetewan li Tirkiyeyê de ku ji aliyê Komeleya World Cîtîzens ve hate organîzekirin axivîn,anî ziman ku Erdogan dixwaze Kurdan mîna modela Srî Lankayê qir bike.

Di konferansa li avahiya World Coûncîl a li Cinêvê, li gel Parlementerê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçû, Perlemenerê dema 24’emîn a DBP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk û Parêzer Ercan Kanar axivîn.

KANAR: MODELA SIRÎLANKAYÊ PÊK TÎNIN

Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku niha Rewşa Awarte ya ku li Tirkiyeyê tê meşandin rejîma tengav a kêfiye û li dijî hevpeymana navneteweyî û distûra bingehîn a Tirkiyeyê ye. Kanar bibîr xist ku bi îlankirina Herêmên Biewle ya Taybet ku ev demekî dirêje li Kurdistanê tên meşandin, weke qirkirinê îfade kir. Kanar destnîşan kir, pêkanînên ku li herêmê tên meşandin, hikûmeta AKP’ê ji berê ve amade kiribû weke modela Srî Lankayê dixwaze bike. Kanar di axaftinên xwe de jî bal kişand ser girtin û hewldanên di dema binçavkirin û girtinê de, di ti hiqûqan de ve yek nayê kirin.

ÇELÎK: ERDOGAN HÎTLER DIŞOPÎNE

Parlementerê dema 24’emîn Demîr Çelîk di axaftina xwe de behsa pîlana piştperdê ya dîroka pirsgirêka Kurd kir û bûyerên tên kirin ti cûdahiya xwe ji Fermana Şark Îslahat nîne. Çelîk diyar kir ku Erdogan Hîtler dişopîne û ji sala 2014’an bi Şoreşa Rojava re dixwaze gelê Kurd kirîmînalîze bike.

KURKÇU: ÊRÎŞA LI SER HDP’Ê TÊ WATEYA ÊRÎŞA LI SER KÊMENETEWAN

Parlementerê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçû diyar kir ku HDP ne partiyekî tenê ji bo mafê gelekê ji bo mafê hemû civakan têkoşînê dike û wiha got: “Dixwazin rewşa niha ya ku Tirkiye têre derbas dibe vegûherînin rewşekî cudatir.” Kurkçû diyar kir ku êrîşên li ser HDP’ê tê wateya êrîşên li ser kêmenetewan. Kurkçû wiha pê de çû: “Sînyalên yekem ên faşîzmê di 5-6-7’ê Îlonê hatin dayîn. Lê me zêde bertek raber nekir. Lê bûyerên ku îro rû didin, dide nîşandan ku darbe wan rojan destpê kiriye.”

Kurkçû diyar kir ku tevî ku parlementerên HDP’ê di girtîgehê de ne jî, astengiya herî li berçav ew in û ji bo wê AKP û MHP li hev kirin.

Piştî axaftinan konferans bi pirs û bersivan dewma kir.