Kurkçu: Têkoşîn li hemû Tirkiyeyê û herêman belav dibe
Kurkçu: Têkoşîn li hemû Tirkiyeyê û herêman belav dibe
Kurkçu: Têkoşîn li hemû Tirkiyeyê û herêman belav dibe
Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê û endamê Lİjneya Rêveber a HDK’ê Ertugrul Kurkçu li Amsterdamê pêvajoya çaresriyê vegot. Kurkçu diyar kir ku ev pêvajoya nû hemû Kurdistan, Tirkiye û herêm pêşve biriye.
Li Amsterdama Hollandayê konferanseke bi ser navê ‘Li Tirkiyeyê xebatên nû yên makeqanûnê û pêvajoya aştiyê’ pêk hat. Parlamenter Ertugrul Kurkçu tevli konferansê bû.
Konferansa ku ji aliyê Federasyona Komeleya Kurd ya Hollandayê (FED-KOM), Yekitiya Karkerên Tirkiyeyê a Hollanda (HTIB), Federasyona Komeleyên Elewî ya Hollandayê (HAK-DER), Weqfa Hunerê ya Çanda Enternasyonal a Vardiya (VEKSAV) û Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DIDF) ve hat roganîzkirin destpêkê Suat Bozkuş axivî. Piştî re serokê DÎDÎF’ê Mustafa Ayrancı axivî û got pirsgirêka kurd di warê demokrastîkbûna Tirkiyeyê de astengiya eherî mezine.
Piştre Ertugrul Kurkçu axivî û got ev pêvajoya ku 1999’an didome encama lêgerîna siyasetê de û got yên ku pêvajoyê dişopînin, dizanin ku çaersrî di nexşerêya Ocalan de derbas dibe.
Kurkuçu da zanîn ku têkoşîna azadiya kurd ev 30 salin guherînên mezin li herêmê pêk anîye û got: “Yekemîn serhildanên kurd perspektîfeke gel, modern û şoreşger ava kirin. xwe tu carî teslîmê pergalên perçekirî nekirin. Sînor di mêjiyê xwe de tune kir. yên ku ev pêvajo baş nexwendin her tim, têkiliya wan bi hêzên derve re girê da. Lê rastî eve ku, bi rêxitsina xwe kurd hatine vê rojê. Ev 30 sale têkoşîn didome. du salên dawî berxwedanek mezin hat nîşandan.
DEWLETA TIRK JI BO ŞEREKÎ DAWÎ KET HEWLDANÊ LÊ
Kurkçu da zanîn ku faktora yekemîn eve ku hikûmeta dewleta tirk piştî hevdîtina Osloyê, ji bo cerebandina şerekî dawî ket nava hewldanê lê, ev polîtîkayên ku hikûmeta tirk şopand, ji aliyê berxwedana kurdan ve têk hat birin.
KURAHIYA STRATEKÎK, KET ÇALA STRATEJIYÊ
Kurkçu got faktora duyemîn jî eve ku stratejiya kur a stratejîk ya ku AKP li dijî herêmê pêk tîne ye û got: “Lê kurahiya stratejîk, ket çala stratejîk. Vê bandor li ser pêvajoyê kir. Tirkiyeyê digot belkî dê bi ereban meseleya kurd çareser bike. Lê ev siyaset, li Rojava, Başur û Îranê vala derket.”
HAMLEYA OCALAN GIRÎNGE
Kurkçu balkişand ser hamleya Ocalan û got: “Hamleyeke gelek girînge. Ocalan bi sebr û inat li bende vê demê bû. Ocalan rewşa hikûmetê, rewşa gelê kurd ya herêmî, rewşa berxwedanê dît û ev pêvajî da dest pêkirin. Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo hemû herêmê û global fikirî. Ji ber vê jî şert û mercên ji bo hemû Gelan afirandiye. Qada siyaseteke nû vedibe. Ocalan niha yek ji mirovên herî bi prestîj yê Tirkiyeyê ye. prestijiya wî ya globalî ji vir tê.
Kurkçu destnîşan kir ku divê mirov teqez nebêjin ku ev pêvajo dê azadiyê bîne û got ev yek ancax bi bi meşandina siyaseta vekirî pêkane.
Kurkçu di axaftina xwe de balkişand ser rola hêzên demokrastîk a sosyalîst ya Tirkiyeyê û got HDK di vê pêvajoyê de zemîneke herî girîng ya vê hevkariyê ye.
TECRUBEYA ŞOREŞGER 40 SAL ŞÛNDE TÊ TIRKIYEYÊ
Kurkçu wih apê de çû: “Tevgera sosyalîst dikare di vê pêvajoyê de roleke tanzîm bilîze. Derengmayîna 40 salî dikare xwe telafî bike. Dê tecrubeya şoreşger 40 sal şûnde vegere Tirkiyeyê.” Kurkçu helwesta CHP’ê jî rexne kir û got ji trîbunan temaşe nekin, siyaseta aştiyê danîn holê.
Di beşa duyemîn a konferansê de kurkçu pirsên derbarê pêvajoyê de bersivand.