Kurkçu ji bo şaredaran pêşniyara 'destnedanê' kir
Parlamenterê HDP'ê Kurkçu, ji bo mafê destnedanê ji hevşaredar-şaredaran re bê dayîn, qanûnek pêşniyar kir.
Parlamenterê HDP'ê Kurkçu, ji bo mafê destnedanê ji hevşaredar-şaredaran re bê dayîn, qanûnek pêşniyar kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, ji bo mafê destnedanê ji hevşaredar-şaredaran re bê dayîn, pêşniyara qanûnekê li Meclîsê kir.
Kurkçu têkildarî hinceta vê pêşniyarê, bal kişand ser êrîşên dadgeriyê ku bi fermana hikûmetê berê xwe didin şaredariyên DBP'yî.
Kurkçu diyar kir, şaredariyên DBP'yî bi mehan ji aliyê mufetîşên Wezareta Karên Hundir ve ji her alî ve hatine lêkolînkirin, lê belê bi ti awayî karekî ne lir ê nehatiye dîtin.
Di pêşniyar qanûnê de Kurkçu destnîşan dike, ku divê hilbijartî nebin mûxatabê zext û zora hikûmeta navendî.
Ertûgrûl Kurkçu yê HDP'yî xwest, dema rêveberên herêmî yên pirsgirêkên gel çareser dikin li gorî dilê hikûmetê tevnegerin, lazim e ji aliyê hiqûqî ve bên parastin.