Kurkçu: Em hemû li pişt Ocalan in
Kurkçu: Em hemû li pişt Ocalan in
Kurkçu: Em hemû li pişt Ocalan in
Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku, hemû Gelê Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî rêber û muzakerevan dibîne û wiha got: "Hemû şoreşgerên Kurdistanê li pey Birêz Ocalan e. Ji bo ku Birêz Ocalan li ser navê me muzakere bike me raye û hêz daye wî."
Rêxistina BDP'e ya Tarsûsa Mêrsînê ji bo xebatên xwe hîn firehtir bike û xwe li her derê bêtir bi rêxistin bike li Taxa Barbarosa Tarsûsê nûnertî vekir. Di vekirina Nûnertiya BDP'ê de Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsinê Ertugrul Kurkçu, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Ferhat Tarhan, Hevserokên BDP'ê yên Mêrsînê Halis Ernarîcî, Şaredarê Akdenizê M. Fazil Turk, endam û reveberên BDP'ê bi sedan welati amade bûn. Di bernameyê de girseyê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Qasidê Aştiye li îmraliyê ye" qîriyan. Di bernameye de rêz hat girtin û piştre axaftin hatin kirin. Serokê BDP'a Tarsusê Ahmet Kizmaz, Hevserokê BDP'a Mêrsîne Halis Ernarîcî, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Ferhat Tarhan û Parlamenterê BDP'ê Ertugrul Kurkçu axaftin kirin.
'LI HEMBERÎ GEL SAMÎMÎ BIN'
Endamê MYK'ê yê BDP'ê Ferhat Tarhan 8'ê Adare pîroz kir û diyar kir ku, li gel hemû bedelên giran Kurd di demokrasî û aştiyêde israr dikin, lê hikûmet her tim polîtîkayên xapandinê pêş dixe. Tarhan ji hikûmetê xwest ku li hemberî gel rast û samîmi tev bigerin û êdî gel nexapînin.
'AŞTIYA TIRKIYEYÊ DÊ BI DESTÊ GELÊ KURDISTANÊ Û RÊBERÊ WAN PÊK BÊ'
Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî destnîşan kir ku, ji ber vê pêvajoya Îmraliyê di demek hesas de derbaz dibin û wiha got: "Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan teqez serkeftinê dixwaze. Dibêje ger ku ev pêvajo bi ser nekeve ez tune me. Em ne dikarin tunebûna Ocalan û ne jî binkeftinê qebûl bikin. Divê teqez em bi Ocalan re biçin serkeftinê. Ger ku dê li Tirkiyeyê aştî bi ser bikeve û azadî pek bê, ev yek dê bi Gelê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurdistanê pêş bikeve."
Kurkçu da zanîn ku, gelê Kurd têkoşînek mezin daye û bi milyonan mirov hatine sirgunkirin û bedelên gelek giran dane û wiha got: "Ger ku kurdan negota "Edî bes e" kesî behsa navê kurdan nedikir. Hêj hilbijêrên kurdan girtî ne. Ger ku ev berxwedan û raperîn tune bûya 3 milyon û nîve mirov negota 'Ocalan vîna min e' kesî bi me re muzakere nedikir. Hemû Gelê Kurd Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan wekî rêber û muzakerevan dibîne. Hemû şoreşgerên Kurdistanê li pey Birêz Ocalan e. Ji bo ku Birêz Ocalan li ser navê me muzakere bike me raye û hêz daye Wî."