Li Elmanyayê, bi mebesta rabûna qedexeya li ser PKK’ê û derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' wê meş û mîtîng werin lidarxistin.
Di daxuyaniya hevpar a NAV-DEM û YJK-E’yê de hate gotin:
"PKK li Elmanya beriya bi 23 salan, 26’ê Mijdarê bi biryareke siyasî hatibû qedexerkirin. Elmanya, 1993’yan, di demeke wiha de ku li Tirkiyê şer pir bi xwîn bû ku hema bibêje her roj gundek dihate valakirin, kuştinên ‘kiryar nediyar’ çêdibûn, Manfred Kanther ku wê demê li ser kursiyê Wezareta Karê Hundir a Federal rûdinişti, 26’ê Mijdarê, 1993’yan diyar kir ku hemû kar û barên PKK’ê hatine qedexekirin. Bi vî awayî li ser navê PKK’ê hemû xebat, bikaranîna ala û sembolên têkildarî PKK’ê bi teqezî hatin qedexekirin. Ji wê demê ve, ji ber sedema vê qedexeyê gelek mirov di demên ciha de hatin girtin û cizayê pereyan li wan hate birîn.
Elmanya ewlekeriya xwe ya navxweyî kire hincet û qedexeya li ser PKK’ê anî. Ev qedexe piştre li hemû dewletên endamên YE’yê hate qebûlkirin.
Li gorî agahiyên îstîxbaratê dema ku PKK qedexekirin li Elmanya 6900 alîgirên PKK’ê hebûne. Li gorî hijmarên dawî jî ev hijmar bûye13 hezar. Ango qedexeyê PKK biçûk nekiriye lê mezintir
‘JI QRAL BÊHTIR QIRALPARÊZÎ’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Qedexekirina PKK’ê daxwaza Tirkiyê bû ku Elmanya di hêla siyasî û ekonomîk de bi Tirkiyê re di nav têkiliyên germ de bû’’ û bi berdewamî:
‘’Elmanya ya ku di asta îstîxbaratî de tim agahî bi Tirkiyê re par ve dikir, bi vê jî nemaye artêşa Tirk di şerê li dij PKK, Kurdan de bi çek û rext jî kir. Hîn di bîra me de ye ku gerîlayên ku dihatin kuştin bi bi panzêrên Elman ve dihatin kaşkirin. Ango dewleta Elman destek da her cure polîtîkayên dij Kurd ên dewleta Tirk û bû alîkar ku heq û daxwazên demokratîk ên Kurdan werin çewisandin.
Elmanya bi van qedexeyan li ser Kurdên ku li welatê wan dijiyan jî, polîtîkaya fermî ya dewleta Tirk ferz kir û ew weke neteweyeke cuda nas nekir, ziman û nasnameya Kurdan tine hesiband. Ev jî bû sedem ku nêzî yek milyon Kurdên ku li Elmanya dijîn weke talokeya potansîyel, meyldarê tundiyê werin dîtin.
Di nav 23 salan de ji bo ev qedexe were rakirin, ku di nav çarçoweya têkiliyên ekonomîk û siyasî de hatibû dayin ev biryara qedexekirin, gelek çalakî hatin lidarxistin. Li gel vê jî di poltîkaya hikûmetê de ti guherîn çênebû. Ji bo vê jî polîtîkaya PKK’ê ya Elmanya dişibe nêzîkatiya ji qral bêhtir qralparêziyê. Di raporên salan de de ku ji hêla rêxistinên istîxbaratî ve têne amadekirin, li gel ku tê gotin PKK li Elmanya ji çalakiyên tundiyê xwe dûr dixe jî, di biryara qedexeyê de israr dikin.
‘BIRYARA QEDEXEYÊ ÊDÎ BÊWATE YE‘
Lê êdî gelek siyasetvanên Elman hene ku di vê pêvajoyê de êdî ti wateya qedexeyê nemaye. Li Rojhilata Navîn gelek derdor radestî rêxistina terorê ya Îslamî DAIŞ’ê bûn lê li Kobanê û Şengalê PKK li dijî vê rêxistina komkuj kete nav şerekî û destketinên mezin pêk anîn û vê serketinê li Elmanya sempatiya li PKK’ê zêdetir kir.’’
Di berdewiya daxuyaniyê bal hate kişandin ser bêdengiya Ewropayê ya li dij êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan de û hate gotin:
‘Ev polîtîka Kurdan krîmînalîze dikin û destekê didine AKP û çeteyên mîna DAIŞ’ê. Ev jî çareseriya demokratîk a meseleya Kurd û Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dixe zehmetiyan. Hikûmeta AKP’ê li ber çavê dinyayê, ji berk u dinyayê çavê xwe jê re girt, li Cizîr, Sûr, Gever, Gimgim, Farqîn, Nisêbîn û Şirnexê, li hemû deverên ku berxwedana xwerêveberiyê hebû komkujî kir û ev bajar kavil kirin. Dewleta Tirk a dagirker piştî van polîtîkayên qirêj ên dirû akademîsyen girtin, televîzyon, radyo û rojanme girtin, şaredariyên Kurd desteser kirin, hevserok û wekîlên HDP’ê girtin, çi kesê ku weke Erdogan û AKP’ê nefikirîn û rexneyê li wan dikin bûne hedef. Ji ber bêdengiya Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û saziyên navnetewî faşîzma AKP’ê hartir bû. Herî dawî girtina Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk jî asta ku faşîzma AKP’ê hatiye nîşan dide.
BANGA TEVLÊBÛNÊ
Em weke NAV-DEM, YJK-E em ji qedexeya neheq re ku bi salan e li ser Kurdan e dibêjin, bes e û ji lîsteya terorê re. Em dixwazin rêbaz û kirinên dij demokratîk ên li ser azadiya gel, bawerî û azadiya jinê werin rakirin.
Ji bo vê sedemê di salavgera 23. a qedexeya PKK’ê de li hemû Elmanyayê li dijî qedexeyê em ê derkevin kolanan. Çi kesê ku alîgirê azadiyan, xwe derbirîna gel, baweriyan be, çi kesê şoreşger, demokrat, rewşenbîr be em bang li wan dikin ku 26’ê Mijdarê em bi hev re li kolanan bibêjin ‘ji qedexeyan re na’, ‘’ji Kurdan re azadiya derbirînê û rêxistinbûyinê’’ û li bajarên cihê yên Elmanya tevlî çalakiyan bibin.’’
Agahiyên meşê
Di daxuyaniyê de têkildarî cih û dema meşê de av agahî hatin dayin.
1- Westfalen meşa eyaletê
26 Mijdar, Şemî
Sart: 13:00
Dortmund pişt HBF (ber sînemayê) wê meş û mîtîng were lidarxistin
2- Stuttgart: 26 Mijdar, Şemî
Saet: 14:00
Lİ Lautenschlagerstr . Li pişt HBF wê meş û mîtîngek were lidarxistin.
3- Goppîngen: 26 Mijdar Şemî
Saet: 10.00 -12.00 konê înformasyonê tê danîn
4- Hamburg: 26 Mijdar Şemî
Saet: 15.30
Li Hamburg Sternschanze Bahnhofê meş û mîtîngek tê lidarxistin.
5- Bonn: 26 Mijdar Şemî
Saet: 14.00
Li Kaiser Platz meş û mîtîngek tê lidarxistin
Saarbrûcken: 26 Mijdar Şemî
Saet: 13.00
Li Johannes - Hoffmann Platz meş û mîtîng tê lidarxistin
7- Berlîn: 26 Mijdar Şemî
Saet: 16.00
Warschauerstr. Meş û mîtîngek tê lidarxistin
8- Munchen: 26 Mijdar Şemî
Saet: 14.00
Li Odeonplatz'ta meş û mîtîngek tê lidarxistin
9- Frankfurt: 30 Mijdar Şemî
Saet: 16.00
Li Kaiser str.( pêşberî HBF )