BI DÎMEN

Kurdistaniyan, li Bremen semînera AKP’yiyan asteng kirin

Kurdistaniyên ku li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, semînera li ser daxwaz kirin hemû mizgeftên Tirk ên li bajêr ku dihat pilankirin bê lidarxistin asteng kirin.

Kurdistaniyên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin, tim dirûşmên “Kujer Erdogan” qîr kirin.

Kurdistaniyên ku li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, semînera bi mijara “Tirkiyeya duh û îro” ku li ser daxwazkirina hemû mizgeftên li bajêr û beşdarbûna Parlemeterê AKP’ê yê Tokat Zeyîd Aslan bihata lidarxistin, asteng kirin.

Kurdistaniyên ku bihîstin wê semîner bê lidarxistin, semînera ku wê Parlementerê AKP’ê yê Tokat Zeyîd Aslan ku di Meclîsê de parlementerê HDP’ê gef kiribûn weke qiseker beşdar bibûya, asteng kirin.

Girseya ku li cihê ku wê semîner bê lidarxistin kombûn, êrîşa faşîstan jî pûç kirin. Girseyê li vir dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” qîr kirin.