Kurdên li Saratovê tecrîd şermezar kirin

Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û bang li her kesî kirin ku li ber tecrîdê rabin.

Kurdên li gundê Yûjniî yê navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.

Bi navê Kurdên li Yerşovê, endamê Meclîsa Gel Mûstafa Bakî û endamê Komîteya Çandê Ahmed Bakî axivîn.

Qisekeran tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê ti carî qebûl nekin ku pêwendiya Ocalan bi malbat û parêzerên wî ve bê birîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Ocalan di çarçoveya polîtîkaya înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk de tê meşandin û bang li her kesî hate kirin ku li ber vê nêzîkatiya dewleta Tirk a faşîst rabin.

Di daxuyaniyê de bi wesîleya 8'emîn salvegera Komkujiya Parîsê, siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn û hate ragihandin ku wê heta dawiyê têkoşîna wan dewam bikin.