Kurdên li Karlsrûhe daxwaz kirin ku qedexeya li ser PKK’ê rabe

Kurdên ku li bajarê Karlsrûhe yê Elmanyayê, li dijî qedexeya dosyayek pêşkêşî Dadgeha Disrûra Bingehîn kirin.

Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê dosyayek ji 21 peran pêşkêşî Dadgeha Distûra Bingehîn a li bajarê Karlsrûhe ya Elmanyayê hate kirin.

Di saet 15’an de bi sedan Kurd li pêşiya avahiya dadgehê kom bûn. Ji girseyê heyetek ji 5 kesan dosya pêşkêşî rêveberên dadgehê kirin.

Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan ê ku beşdarî çalakiyê bibû wiha got: “Kelepçe li vîna gelê Kurd dan û xistin zindanê. Eger ku li hikûmeta Elmanyayê demokrasî hebe gelê Kurd û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdan bibîne.Gelê Kurd berdêl dane û wê bidin. Bi hezaran mal û mirovên me ji warê xwe hatine derkirin.”

‘DIVÊ KURD NEYÊN ASTENGKIRIN’

Li ser navê heyetê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Gelê Kurdistanê di demê qedexeyê de gelek zext û êrîş li ser hatin meşandin. Ji bo Kurd bi Elmanan re lihev bikin divê distûrên li pêşî dibin asten bên rakirin.