Kurd li Ewropa ji bo televizyonên xwe li ser piyan in

Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn, xwedî li televizyonên xwe derdikevin ku bi hevkariya AKP-Eutelsatê tê xwestin ku werin girtin.

 

Li Freîbûrg a Elmanya bi mebesta şermezarkirina sansûr û hewlesta neheq a ser televizyonên Kurd ên bi hevkariya AKP’ê, Eutelsatê û hikûmeta Fransayê çalakiye rûniştinê pêk hat. Di çalakiyê de, ku ji hêla Meclîsa Gel a Nûda ya Freîbûrgê ve, li Rathaûsplatzê pêk hatî gelek kes hazir bûn.

Têkildarî mijarê belavok hatin belavkirin û daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin ji roja ku hatiye damezirandin tim zext û zordarî li ser çapemeniya Kurd hebûye û wiha hate gotin:

 ‘’Li Ewropa û bi taybetî li Fransayê ku weke navendan azadiya derbirînê tê dîtin di van demên dawî de kirinên faşîst û dij demokratîk ên ku ne kêmî yên dewleta Tirk a faşîst û antî demokratîk in li ser çapemeniya Kurd pêk tên. Heke wê behsa azadiya ramanê were kirin divê Kurd jî di nav vê de werin hesibandin. Em hewldanên bi mebesta bêdengkirina çapemeniya azad qebûl nakin û em dixwazin ev kirina sansûrê ya li ser televizyonên Kurd betal bikin û bi paş ve gav were avêtin.’’

PARÎS

Li banliyoya Nanterr a Parîsê, paytexta Fransayê li dijî biryara girtina televizyonên Kurd ên bi hevkariya Eutelsatê û dewleta Tirk çalakiya şermezariyê pêk hat.

Di çalakiyê de, ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat, gelek Kurdistanî hazir bûn.

Di çalakiyê de dirûşêm ku dewleta Tirk û PDK’ê şermezar dikin hatin berzkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jina Kurd û KCDK-E’yê axaftin hatin kirin û bang li Kurdistaniyên Fransayê kirin ku li dijî dewleta Tirk û destekvanên wan her roj li kolanan bin û xwedî li televizyonên xwe derkevin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘’Bimre Kujer Erdogan’ bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li Marsîlya ya Fransayê, li Meydana Canabîerê jî ji bo desteka li televizyonên Kurd mîtîngek hate çêkirin. Di mîtîngê de hate gotin AKP-Erdogan medyaya Kurd ku rastiyan dibêjin tehemmul nakin û hate gotin divê Fransa nebe amûra vê lîstka qirêj.