Kujerên Îsmaîl Akin û keça wê Elîf hêjan aşkera nebûne

Kujerên Îsmaîl Akin û keça wê Elîf hêjan aşkera nebûne

Beriya salekê îr li Nisêbînê keç û bavê xwe hatin înfazkirin. Di ser kuştina Elîf Akin a 10 salî û bavê wê yê şivan Îsmaîl Akin re salek derbas bû, lê hê jî kujer nehatin dîtin.

Beriya bi salekê îro ango di 26'ê Adara 2012’an de li gundê Hebîsê yê ser bi bajarokê Sitilîlê yê girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê,  şivanê 62 salî Îsmaîl Akin û keça wî Berfîn Akin a 10 salî bi guleyan hatibûn kuştin.

Îsmaîl Akin û keça wî Berfîn Akin serê sibê ji bo keriyê pez biçêrînin birin herêma çiyayî. Ber bi danê êvarî ve keriyê pez ji ber ku tenê vegeriya, gundî ketin nava şik û gûmanê û berê xwe dane herêma çiyayî. Gundiyan di encama lêgerînê de Bav Îsmal Akin û keça wî Berfîn Akin bi awayekî ji serê xwe gule xwarî, kuştî dîtin.

Her wiha hate diyarkirin ku, serê Berfîna Biçûk pêşî bi keviran hatiye parçekirin.Gundiyan cenaze pêşî birin bajarokê Sitilîlê û ji wir jî birin nexweşxaneya Nisêbînê.

Bira Suleyman Akin wê demê wiha behsa dîtina cenazeyan kir: 'Ji bo niha em nikarin tiştekî zelal bêjin. Gule berdane devê birayê min û me biraziya xwe jî 100 metro dûrî bavê wê dît. Gule berdabûn serê wê û serê wê parçekiribûn. Em dixwazin berpirsyarê vê bûyerê werin dîtin.'

QETILKIRINA ÎSMAÎL  AKIN Û KEÇA WÎ BERFÎN

BÛYER LI HERÊMA LEŞKERÎ PÊK HAT LÊ KUJER NE DIYAR IN!

Kurê Îsmaîl Akin Hogir Akin jî destnîşan kir, ku wan gazî leşkeran kiriye ji bo werin cihê bûyerê lê nehatine. Hogir her wiha da zanîn, ku paşê efserek hatiye û ji wan qalikên guleyan xwestiye. Ya herî balkêş jî ewe, ku qereqola gundê Herbê kîlometroyek dûrî cihê bûyerê ye.

Hogir ev bûyer wiha gotibû, 'Piştî me cenaze rakir, kesekî li qereqolê û payeya wî astsubay bû da pey me û daxwaza qalikên guleyan kir.Me jî got, em qalikan nadin we û me ew radestî dozgeriyê kirin'. 2 rojan piştî kuştina bav û keça wî heyeta ÎHD'ê û Baroya Mêrdînê li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîbûn û raporek eşkere kiribûn.

Ligel hemû lêkolîn û hewldanan di ser kuştina Elîf û bavê wê re salek derbas bû, lê hêj kujer nehatine dîtin û bûyer ronî nebûye.

Birayê Îsmaîl Akin ê ku hat kuştin Silêman Akin diyarkir ku, bûyer li pêş çavê qereqolê pêk hatiye û diyarkir ku, dewlet dixwaze ser bûyerê bigire.