Kopê bi coş Bûldan pêşwazî kir

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi coş ji aliyê xelkê Kopê ya Mûşê ve hate pêşwazîkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya xwe di çarçoveya qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de îro jî çûn navçeya Kopê ya Mûşê.

Xelkê Kopê, Bûldan li ber avahiya şaredariya ku qeyûm tayîn kirine bi dirûşma “HDP gel e, gel liv ir e” hat pêşwazîkirin.

Xelkê bi vê dirûşmê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Bûldan li vir xelkê silav kir û pişt re derbasî avahiya partiya xwe bû. Bûldan piştî ku bi rêveberên partiya xwe re hevdîtin pêk anî, derbasî navenda Mûşê bû.