Konseya Parastinê ya NY’ê plana Sûriyeyê pejirandin

Konseya Parastinê ya NY’ê plana Sûriyeyê pejirandin

5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser plana Sûriyeyê li hevkirin. Plan li nava konseya parastinê ya NY’yê de dan dengdanê. Hemû dewletên endam pejirandin. Konferansa Cenevreya ya 2’emîn jî wê di meha Mijdarê de were li darxistin.

Li gorî planê pêwîste çekên kîmyewî yên di destê rejêma Sûriyede ne werin îmhakirin. Bi girtina biryarê re jî, alîkariya navnetewî hate piştrast kirin.

Sekreterê giştî yê NY’yê Ban Ki-Mon plan wekî biryarek ‘dîrokî’ binav kir, her wiha diyar kir ku, bi girtina biryarê re rê li ber komkirina çekên kîmyewî yên di destê rijêma Sûriyede hatiye vekirin.

Serokê Dewletê Yekbûyî yê Amerîkayê DYA’yê Barack Obama jî diyar kir ku, di pejirandina vê biryarê de rolekî giring yê  gefa destwerdana leşkerî heye.

Konfiransa Cenevreyê ku tê plan kirin,wê ji bo pirsgirêka li Sûriyeyê çarenivîsek were dîtin,wê di nava meha Mijdarê de bê li darxistin.

Li aliyê din jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW ku navenda wê li bajarê Lahey yê Hollandaye, nexşerêya ku ji bo îmhakirina çekên kîmyewî roja înê hatibû destnîşan kirin pejirandin. Li gorî vê, tê amanc kirin ku di sala 2014’an de hemû çekên kîmyewî yên di destê rejêma Sûriyê de hene werin îmhakirin. Kontrolên ku heya niha di bin lêkolîna çavdêrên NY’ê de dihate berdewam kirin, wê ji 2’yê Cotmehê û şonde rêxistina OPCW  bi şopîne.

Rijêma Sûriyeyê ger li gorî vê biryarê nemeşe rêxistina OPCW dikare yekser mijarê bibe konseya parastinê ya Neteweyên Yekbûyî.

Biryara ku Konseya Parastinê bigire, wê yekser destwerdana leşkerî neyê pêşniyarkirin. Wê zext li ser rijêma Esed were kirin ji bo ku bi pejirîne. Eger nepijarand wê derbazî pêngava dûwem bibin, Moskowa û Pekîn dikarin dîsa veto bikin. Ji beriya niha jî sê pêşniyarên ku di Konseya Parastinê a NY de hatibû girtin, ji aliyê Rusya ve hatibû veto kirin.